Balafirên dewleta Tirk a dagirker îro 6 navendên xizmetê li bajarê Qamişlo bombebaran kirin, di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Balafirên bêmirov îro di seatên sibehê de Çaxpaneya Sîmav a li rojavayê bajarê Qamişlo bombebaran kir.
Her wiha du caran xeta tirênê, cihekî pîşesaziyê û du caran naveneke binesaziyê yên Qamişlo hatin bombebarankirin. Balafirên dewleta Tirk a dagirker Kargeha Êm ya li taxa Meyselûn a li bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di bombebaranê de, şewat derket.
Her wiha Kargeha dirûnkariyê ya li taxa Meyselun a Qamişlo hat bombebarankirin.
di encama êrîşan de 7 sivîl birîndarbûne û ji bo dermankirinê ew veguheztine nexweşxaneyan.
ji bilî van, êrîşan dewleta Tirk hola Kerem a şehiyan li navçeya Amûdê 2 caran bombebaran kir.
7 WELATÎ DI BOMBEBARANA TIRKIYÊ YA LI DIJÎ QAMIŞLO DE, BIRÎNDAR BÛN
