Siyasetmedarên jin di slavegera 3’emîn a şehadeta Sekretera giştî ya Partiya Sûriya ya Pêşerojê Hevrîn Xelef de soza berdewam kirin xeta wê dan..
Her wiha gotin ku şehadeta Hevrîn bandorek erênî li ser jinan kir..
Sekretera giştî ya Partiya Sûriya ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 11`ê Cotema 2019’an de dema ku diçû ser karê xwe ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve li ser rêya navdewletî ya di navbera navçeya Eyn Îsa û navçeya Girê Spî de bû hedef û şehîd bû..
Bi salvegera 3’emîn a şehadeta Hevrîn, Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Reqayê destnîşan kirin ku ew ê li ser riya wê bin heta Sûriyeke demokratîk ava bikin..
Cîgira encumena jin ya giştî ya partiya Sûriya Pêşerojê Zozan Şemo şehadeta Hevrîn bi bîr anî û got ku şehadeta wê bandora pêşketinê li ser jinan di partiyê de avakir..
Ji aliyê xwe ve Cîgira ofîsa rêxistina giştî ya partiya Sûriya Pêşerojê Henan Mihemed soza berdewamkirina riya Hevrînê da..
Di dawiyê de endamên partiya Sûriya Pêşrojê Bang li civaka navdewletî kirin ku li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsyariyên xwe hilgire û kujerên Hevrîn Xelef ceza bikin..
