5 SAL LI SER ÊRÎŞA DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI DIJÎ EFRÎNÊ DERBAS DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

5 sal li ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê derbas dibe.

20’ê Çileya 2018’an dewleta Tirk bi hevkariya komên çete, bi çekên giran û qedexekirî êrîşî Efrînê kir.

Gelek komkujî li dijî sivîlan pêk anî, li hember wê jî berxwedaniya 58 rojan hate kirin.

20 Çileya 2018’an dewlet Tirk a dagirker û komên Çete ku di bin navê Artêşa Azad a Sûriyê de tên naskirin bi çekên herî giran û Kîmyewî êrîşî kantona Efrînê kirin.

Pêvajoya êrîşên li dijî Efrînê bi êrîşên bejehî û yên hewayî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate kirin.

piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji Efrînê, artêşa Tirk bi hevkariya komên çete êrîş li dijî Efrînê dane destpêkirin.

Xelîl Nasan koçberekî Efrînî ye, niha li bajarê Qamişlo dimîne dibêje: ‘‘Armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Efrîn koçberkirina xelkên wê yên resen bû û guhertina demografiya wê bû‘‘.

Alan Ebdî jî ji xelkên Efrînê ye, di şerê Efrînê de karê tenduristî dikir çîroka 5 komkujiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlan pêk anî vedibêje.

Li gor şahidan, dewleta Tirk a dagirker di komkujiyên li Efrînê de pêk anîne çekên Kîmyewî bikar aniye.

Di dema êrîşê de serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Receb Teyib Erdogan gotibû ew ê di nava 3 rojan de Efrîn dagir bike, lê bi saya şervanên YPG, YPJ, QSD’ê û xelkên Efrînê 58 rojan berxwedanî li hemberî hêza 2’emîn a natoyê hate kirin..

Share This Article