çalakiyên 2ˋyemîn Festîvala Wêjeyê ya bi diruşma “Wêje bi pênûsên Sûriyeyê” li reqa hatibû lidarxistin, di roja 3’emîn de bi dawî bûn.
Di roja 3ˋyemîn û dawî ya festîvalê de endamên Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser, , nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê, gelek helbestvan û nivîskarên ji Reqayê, beşdar bûn.
Di roja 3ˋyemîn de bi zimanên Kurdî û Erebî helbest û kurteçîrok hatin xwendin, paşê sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.
hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman axivî û keda ku Desteya Çandê bi sernavê “Wêje bi pênûsên Sûriyeyê” pêşkêş kiriye pîroz kir.
Di dawiyê de Desteya Çandê helbestvan û nivîskarên astên yekemîn di her beşekî de bidestxistine xelat kirin.
2’YEMÎN FESTÎVALA WÊJEYÊ BI XELATKIRINA SERKEFTIYAN BIDAWÎ BÛ
