36 SAL DI SER KOÇA DAWÎ YA HUNERMEND MIHEMED ŞÊXO DE DERBAS BÛN

Rojava Tv
2 Min Read

“Hemî Adaran hûn min hişyar kin” bi vê stranê her sal adara me tê xemilandin û Stûna hunera kurdî hunermed Mihemed Şêxo tê bibîranîn.

îro 36 sal di ser koçkirina dawî ya hunermend Mihemed Şêxo de derbas dibin.

Dîroknas Konê Reş ji Rojava TV re got, Mihemed Şêxo huner û zimanê kurdî parast her wiha bi stran û awazên xwe mohra xwe li dîroka hunerê xist.

Stûna hunera kurdî, hunermend Mihemed Şêxo di 9’ê Adara 1989’an de Şêxo koça dawîn kir, her sal di meha adarê de dengê wî ji nû ve tê hişyarkirin û bîranîn.

hunermen Mihemed Şêxo ji ber desthilata bass rastî gelek zor û zehmetiyan hat li bi îradeya xwe ya ji pola û bi rihê xwe yê welatparêz hunera kurdî heta nefesa xwe ya dawî parast.

Sal derbas dibin, lê dengê wî pîr nabe, qut nabe, winda nabe. Her cara ku meha Adarê tê, Mihemed Şêxo dîse hişyar dibe û dengê strana ‘Hemî Adaran hûn min hişyar kin’ bilind dibe.

Di salvegera 36’an ya koçkirina Hunermend Mihemed Şêxo dîroknas Konê Reş ji kamêreya Rojava tv re got, Mihemed Şêxo huner û zimanê kurdî parast, bi stran û awazên xwe yê balkêş mohra xwe li dîroka hunera kurdî xist.

Her wiha Konê Reş da zanîn ku, hunermend mihemed şêxo bi awaz û stranên xwe yên xweş, cihê xwe di dilê her kurdekî de hêlaye.

Di 6’ê Adara 1989’an de, piştî ku Mihemed Şêxo ji girtîgehên rejîma Baasê derket, di encama îşkenceyên giran ên di girtîgehê de krîza dil kir. Ew veguhastin nexweşxaneya Qamişloyê û li wir roa 9`ê Adarê di 41 saliya xwe de koça dawîn kir û mîrateyeke nayê jibîrkirin li dû xwe hişt.

Share This Article