Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi çirûska berxwedana Kobanî destpêkir û li hemû tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, di heyama 12 salan de destkeftiyên mezin bi destxist.
şoreşa 19’ê Tîrmehê bi xwe re guhertinên cezrî anî û sazûmaniyek demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê da avakirin.
birêxistinkirina gel di aliyê komîn û meclisan de hişt ku gelê herêmê li hember her cure êrîş berxwedanî û tekoşînekê mezin bidin meşandin.
endamê Komîteya Şopandina komînên malbatê şehîdan a Qamişlo Mihyedîn Hesen destnîşan kir ku avakirina komînan bi armanca birêxistinkirina gelê herêmê bû.
ji destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê ve avakirina komînan bû cihê lihevkomkirina xelkên gund, tax û bajaran û bi rêxistinkirina sîstema biratiya gelan û netewa demokratîk.
