15 BERHEMÊN NIVÎSKAR HELÎM YUSIV HATIN ÎMZEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li Weşanxeya Şilêr a bajarê Qamişloyê 15 roman û çîrokên nivîskar Helîm Yusiv bi şahiyekê hatin îmzekirin.

Di roman û çîrokên Helîm Yusiv ên bi zimanê Kurdî de bûyerên li ser şerê Kurd-Tirkiyeyê, Serhildana Qamişloyê ya 2004ˊan, tecrûbeyên xerîbiyê û veguherînên derûnî û civakî hene.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, nivîskar Helîm Yusiv kêfxweşiya xwe bi pêkanîna yek ji xewnên xwe anî ziman û diyar kir ku “Ev cara yekemîn xebatên wî ên bi zimanê Kurdî li Qamişloyê tên çapkirin.”

Piştî axaftina xwe, Yusiv berhemên xwe îmze kirin, li beşdar û xwîneran belav kirin.

Nivîskar Helîm Yûsif li Amûdê ji dayik bûye, di 2000ˊî de çûye Almanyayê, di 2015ˊan de cara yekemîn serdana welatê xwe kiriye û dûre di 2018ˊan de serdan kiriye. serdana wî ya niha jî ya sêyemîn e.

 

Share This Article