10`emîn Festîvala Zarokan li Rimêlanê bi dawî bû. Di roja dawîn a festîvalê de, gelek komên hunerî yên pêkhateyên herêmê berhemên xwe pêşandan.
Ji tevahiya pêkhateyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Hemîsê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê 28 komên zarokan beşdarî festîvalê bûne.
Di roja duyemîn de Gelek komên ji bajarên cuda berhmên şano, stran û govendê pêşkêş kirin.
Di dawiyê de beşdarên mîhrîcanê li ber stranên hunermend Baran xelekên govendê gerandin.
