⁣ŞERVANÊN YPJ’Ê SERKÊŞIYA OPERASYONA ‘XURTKIRINA EWLEHIYÊ’ DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read
ROKSAN MIHEMED: JINÊN DÊRAZORÊ HEBÛNA XWE DI YPJ'Ê DE DIBÎNIN

Hêzên Sûriya Demokratîk

‘ê roja 27’ê tebaxê operasyona Xurtkirina Ewlehiyê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û bazirganên madeyên hişbirê li Herêma Dêrazorê da destpêkirin.

Şervanên Yekînîyên Parastina Jin YPJ’ê jî ji bo parastina destkefiyên şoreşê û mîsogerkirina mafên jinan, bi wêrekiyeke mezin cihê xwe di nava operasyonê de girtin.

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Roksan Mihemed ji RojavaTV re got: Piştgiriya jinên Dêrazorê ya ji operasyonê re, cihê şanazî û serbilindîyê ye.

Her wiha Roksan Mihemed diyar kir ku hevgirtina jinan û xurtkirina pergala parastinê dê planên dijminan têk bibe.

Berdevka YPJ’ê Roksan Mihemed di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku dê YPJ’ê ji bo avakirina jiyaneke birûmet heta henaseya dawiyê têbikoşe û parastina destkeftiyên şoreşê bike.

Share This Article