Yek ji rojnamevanên Efrînî ku şahidê bûyerên li Efrînê ye ji rojava Tv re behsa kêliyên berxwedanê her weha bûyerên li Efrînê qewimîn kir.
Di şerê Efrînê de gelek kesan şahidî ji berxwedaniyê kirine û hûrgiliyên êrîşan belge kirine, yek ji wan kesan jî Rojnamevan Zinar Cafer e.
Zinar ji kêliya destpêkê ya bombebarana dewleta Tirk li dijî navenda bajarê Efrînê û heta roja dagirkirina wê ve kêlî bi kêlî ew êrîş dişopand.
Bi vê yekê jî şahidî ji gelek çîrok û serpêhatiyên bi êş re kir.
Rojnamevan Zinar Cafer ji RojavaTV re axivî û got Efrîn heya berî 5 salan jî bi bajarê aştîyê dihat naskirin, lê di van 5 salên dagirkeriyê de veghurî bajarekî mirov nikare lê jiyan bike.
Çeteyên ser bi dewleta Tirk ve bi her awayî guhertina demogirafîk li Efrînê pêk tînin û bi taybet jiyana êzidîyên li Efrînê her dem di metirsiyê de ye ji ber çete gefa kuştin û îşkenceyê li wan dixwin, bi darê zorê wan dikin misilman û cihên wan ên pîroz hildiweşînin.
Zinar Cafer bi xwe jî ji êzdiyên gundê Basufanê ya ser bi navçeya Şêrewa ve ye wiha ji me re behsa nêzîkatiya çeteyan ji civaka êzidî a li Efrînê kir.
Her çiqas 5 sal di ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas dibin jî lê li kêlek wê gelê Efrînê heta niha xwedî hêviyeke mezin in ku wê di rojeke nêzîk û ne dûr de vegerin li ser ax, milik û malên xwe.
