Ji kantona Efrîn-Şehbayê û bajarê helebê zêdetirî 300 malbatên koçber ku bi darê zorê hatin koçberkirin, gihiştin Hesekê.
Koçber ji aliyê Meclisa Bajarê Hesekê ve hatin pêşwazîkirin û bi awayekî demkî li dibistanan hatin bicihkirin û pêwîstiyên wan hatin bicihanîn.
doh 2 karwanên koçberan gihiştin bajarê hesekê, karwanê yekem derdor 40 malbatî û karwanê duyem jî derdor 270 malbatî bûn.
meclisa bajarê hesekê Çerxerêya Panorama a li taxa Xiwêran wek xala pêşwazîkirina koçberan û bicihanîna pêdiviyên wan destnîşankiriye û 3 konên berhevkirina alîkariya li taxên hesekê jî daniye.
ZÊDETIRÎ 300 MALBATÊN KU BI DARÊ ZORÊ HATINE KOÇBERKIRIN GIHIŞTIN HESEKÊ
