Zanîngeha Kobanê îro bi daxuyaniyekê raghand ku xwendekarên di pêvajoya şoreşê de navber dane xwendina xwe û tevlî xebatên Rêveberiya Xweser bûne, dikarin xwendina xwe temam bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, zanîngeha kobanê têkildarî qebûlkirina xwendekaran û dayîna bawernameyan biryarên nû girtine.
Zanîngeha Kobanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di tevahiya beşên zanîngehê de ji bo xwendekarên xwendina xwe di nîviyê de hiştine û niha di saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin, derfeta temamkirina xwendinê were dayîn.
Her wiha hat destnîşankirin ku, li gorî şert û mercên karê saziyan, wê mafê xwendinê bidin xwendekarên di saziyan de û dê rojên în û şemiyê wekî rojên dewama zanîngehê diyar bikin.
