Zanîngeha El Şerq îro bi daxuyaniyekê raghand ku, xebatkarên di saziyên Rêveberiya Xxweser de cih girtine û navber dane xwendinê, dikarin xwendina xwe temam bikin.
Meclîsa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevrêziya li gel Rêveberiya Xweser bi giştînameyekê derfeta temamkirina lîsansê da xwendekaran.
Zanîngeha El Şerq a li kantona Reqayê têkildarî giştînameyê, daxuyaniyek da.
Zanîngeha El Şerq di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, pêvajoya yekem a giştşnameyê bi dawî bûye û wan niha dest bi pêvajoya duyem kiriye, ew jî komkirina nava ye.
Zanîngehê destnîşan kir ku, li gorî beş û derfetên heyî yên di her zanîngehekê de navên xwendekaran hatine komkirin û dabeşkirin.
Heta niha di zanîngeha El Şerq de 97 nav hatine tomarkirin.
Zanîngeha El Şerq di dawiyê de bang li xwendekaran kir ku berê xwe bidin zanîngehê, navên xwe tomar bikin û belgeyên pêwîst pêşkêş bikin, da ku proseya xwe ya xwendinê temam bikin.
