YEKÎTIYA XWENDEKARÊN WELATPARÊZ LI HESEKÊ CIVÎNEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ya Sûriyê ji bo nirxandina pêşhatên dawiyê û çarenûsa Sûriyê, civînek li bajarê Hesekê li dar xist.
Civînê bi beşdariya endama desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif û xwendekaran li hola serdemê ya bajarê Hesekê dest pê kir.
Foza Yûsif di civînê de axivî û geşedanên dawiyê û berpirsyariyên ku li ser milê xwendekaran dikevin, şîrove kir.
Her wiha da zanîn ku, di vê qonaxa heyî de ji bo ku destkeftiyên şoreşê werin parastin û Sûriyeke demokratîk were avakirin, divê ku xwendekar roleke erênî bilîzin.
Piştre berdevkê tevgerên xwendekaran Zana Mistefa jî axivî.
Civîn bi nêrîn û pêşniyarên xwendekaran bi dawî bû.

Share This Article