Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Yekîtiya Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şaredariya Gel a Qamişlo , bi armanca danasîna ziman û belavkirina wê, beşek ji fanosên erebeyên xizmetên veguhestina giştî bi zimanê Kurdî pênase kirin.
Di çarçoveya pêşxistina rewşa xizmetguzariyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Yekîtiya Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişlo, fanosên beşek ji otombîlên xizmetên veguhestinê, veguherandine bi zimanê kurdî.
Hevserokê Yekîtiya Ajokarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Qasim Misto diyar kir ku armanca wan xurtkirina zimanê kurdî û belavkirina ziman ya di qadên jiyanê de ye.
Ajokarê bi navê Mihemed Omer jî got: Ev biryareke baş e û ji bo pêşketina zimanê kurdî li herêmê gaveke di cih de ye.
Ji roja yekem a destpêkirina Şoreşa Rojava ve, zimanê Kurdî ji zincîreyên zihniyeta Baasê ya ku bi salan ew asteng kiribû, rizgar bû.
Îro zimanê Kurdî li gel zimanên pêkhateyên din ên Ereb, Suryan û Ermenî bûye yek ji zimanên bingehîn ên gelên herêmê.
