YANEYA AMÛDÊ DÊ BEŞDARÎ ŞAMPIYONA GOGA DESTAN YA LI ŞAMÊ BIBE

Rojava Tv
1 Min Read

Yaneya Amûdê ya goga destan, piştî 15 salan careke din xwe amade dike da ku beşdarî şampiyona gaga destan ya li Şamê bibe.

Rahêner û rêveberên yaneyê diyar dikin, ew dixwazin karînên lîstikvanan geştir bikin û asta werzîşê jî li pêş bixin.

Yaneya Amûdê ya goga destan ku xwedî ezmûneke dirêj e, piştî 15 salan careke din xwe amade dike da ku beşdarî şampiyona gaga destan ya li Şamê bibe.

15 lîstikvanên yaneyê tevî şert û mercên dijwar rahênanên xwe yên pêwîst encam dibin û roja 11’ê Îlonê dê li Şamê li hemberî tîmên din bikevin rikaberiyê.

Share This Article