XELKÊN QAMIŞLO CENAZEYÊN ŞEHÎD CÎHAN, NAZIM Û KENDAL OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Cenazeyên her 3 şehîdên azadiyê Nazim daştan, Cîhan bîlgîn û kendal Efrîn bi merasîmekê li Goristana Şehîdan ya Ş.Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo hatin oxirkirin.

Beşdarên merasîmê soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan nû kirin.

Xelkên bajarê Qamişlo û koçberên Efrînî bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Kendal Efrîn li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Her wiha cenazeyên her du şehîdên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî ku dewleta Tirk nehişt derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, li heman goristanê hatin oxirkirin.

Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Leşkerî, Kongra Îslama Demokratîk û Yekîtiya Ragihandina Azad hatin kirin û berxwedana şervanan a li Bendava Tişrînê hate silavkirin.

Beşdarên merasîmê soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan nû kirin.

Her wiha Beşdarên merasîmê piştrast kirin ku ti carî vîna wan nayê şkandin û ew ê tim li ber xwe bidin.

Piştî wesîqeyên şehîdan hatin radestkirin, nimêj li ser cenazeyan hatin kirin û di bin dirûşmeyên şehîd namirin, cenaze bi axê hatin spartin.

Share This Article