Meşa Ciwanan ku doh li Kantona Tebqayê bi armanca şermezarkirina komployê dest pê kiribû, îro li Kantona Reqayê bi dawî bû.
Meş bi beşdariya bi hezaran ciwanên kantona Tebqa, Reqa û Minbicê hat lidarxistin.
Meşvanan 50’î kîlo metre ber bi Reqayê ve meşiyan, pankart û wêneyên Rêbertî hilgirtin û dirûşmeyên “em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin” berz kirin.
Piştî ku meşa ji Tebqayê gihêşt Reqayê, li wir bi beşdariya kesayetên siyasî, sivîl û leşkerî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û saziyên jinan, meşa girseyî li dar ket.
Meşa girseyî ji qada Jina Azad dest pêkir û li çerxerêya El neyîm veguherî mîtîngê
Di mîtîngê de hat tekezkirin ku, heta Rêber APO bi awayekî fîzîkî azad nebe, dê têkoşîn û berxwedana gel berdewam be.
