Xelkên bajarê kobanê ji bo redkirina erkdarkirina kesê bi navê Ibrahîm Mislim ji aliyê Hikumeta demekî ya Sûriyê bo rêvebebriya kobanê çalakiya pirotestokirinê lidarxistin.
Çalakî li qada jina azad bi beşdariya xelkên kobanê, malabtên şehîdan, partiyên siyasî, tevgerên civakê û saziyên rêveberiya xweser bi rêve çû.
Di meşê de pankêrtên bi nivîsên ”Tenê gelê kobanê dikare îradeya xwe diyar bike ,ciwan parizvanên nirxên şoreşa me ne û em îradeya xwe ji şehîdên xwe digirin” hatin Hildan.
Di dawiya çalakiyê de diruşmeya ”bijî berxwedana kobanê” hatin berzkirin.
