XELKÊN HESEKÊ Û QAMIŞLO 4’Ê NÎSANÊ BI COŞ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê Rojbûna 76’an a rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyên cûr bi cûr hat pîrozkirin.

welatiyên bajarê Qamişlo bi coşeke mezin li parka Azadî li hev kom bûn û 4’ê nîsanê bi şahiyeke mezin pîroz kirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre hin axaftin hatin kirin, axêveran di nava axaftinên xwe de behsa projeya netewa demokratîk a ku herêm xwe dispêrê kirin her wiha Tekezî li ser azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin.

piştre komên stranan bi stran gotin û welatiyên Qamişlo bi germahiya stranan re govend coş gerandin.

Şahî bi diruşmeyên bê serok jiyan nabe, bijî rêber Apo bi dawî bû.

Kongira Star a bajarê Hesekê jî bi heman armancê şahiyeke girseyî li parka 4’ê nîsanê lidarxist.

Şahî bi beşdariya bi sedan welatiyên bajarê hesekê Endam û rêveberên saziyên rêveberiya xweser, saziyên sivîl û leşkerî hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin li ser navê kongira star û yekîtiya jinên ciwan hatin kirin.

axêveran rojbûna rêber Apo bi rojbûna Azadî, demokrasî û berxwedanê bi nav kirin her wiha anîn ziman ku bi fikir û felsefeya rêber Apo jinan rola xwe di nava civakê de nas kir.

Piştre komên mûzîkê sitran gotin û welatiyan bi kêfxweşî dîlaneke berfireh girtin.

şahî bi siloganên bijî rêber Apo û azadî ji bo rêbertî bi dawî bû.

Share This Article