Xelkê bajarê Qamişloyê bi daxwaza başkirina rewşa aborî û jiyanî, xwepêşandan lidarxistin.
Bi dehan şênî û xwediyên dikanan ên bajarê Qamişloyê bi xwepêşandanekê daxwaza dîtina çareyên bilez ji bo krîza jiyanî li bajêr kirin.
Xwepêşandêran pankartên bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî, peydakirina kehrebê bi awayekî birêk û pêk, qutbûna piştgiriya xizmetguzarî ya ji bo mazotê û çareserkirina pirsgirêka sotemeniyê, hildan.
Beşdaran gotin berdewama bilindbûna bihayên kel û pelên bingehîn, li kêleka qutbûna kehrebê welatî westandin e û bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.
