WEQFA JINA AZAD BANGA TÊKOŞÎNA HEVPAR LI JINAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Weqfa Jin Azad a Sûriyê têkildarî 25’ê mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku, dagirkerî tundiya herî mezin a li dijî jin û zarokan e.
Weqfa Jin Azad a Sûriyê di daxuyaniya xwe de got, di şer û pevçûnan de yên ku herî zêde tundî li dijî wan tê kirin jin û zarok in.
Weqfa Jin Azad bal kişand ser êrişên Dewleta Tirk ên li ser binesaziya herêmê, jin û zarokan û got, dewleta tirk dixwaze gel birçî û neçarî koçberiyê bike her wiha şoreşa jinan têk bibe.
Weqfa Jin Azad a Sûriyê di dawiyê de bang li jinan kir li hember tundî û dagirkeriyê têkoşîneke cîhanî ya hevpar bimeşînin.

Share This Article