Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê piştgiriya xwe ya ji hêzên sûriya demokratîk QSD’ê re nîşan dan û gotin: dagirkeriya tirk bi hincetên cûda dixwaze axa sûriyê dagir bike.
Di wextekê de ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên hovane li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê zêdetir dikin.
Hêzên sûriya demokratîk bersiva êrîşan didin û destaneyên lehingiyê nîşanî cîhanê dikin.
Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê piştgiriya xwe ya ji hêzên sûriya demokratîk QSD’ê re nîşan dan û gotin: dagirkeriya tirk bi hincetên cûda dixwaze axa sûriyê dagir bike.
Her wiha welatiyan piştrast kirin ku, çi dibe bila bibe ew şervanên QSD’ê bi tenê nahêlin, ew ê bi hev re rumeta xwe biparêzin.
Di bin bêdengiya dewletên navnetewî de dewleta tirk a dagirker êrîşî herêma bakur û rojhilatê sûriyê dike û li pêş çavên cîhanê diderheqê rojnamevan û sivîlan de sûcên şer pêk tîne.
