Yekîtiya jinên Êzîdî ya Rojava ji bo bîranîna Şehîdên fermana 74’an civînek li bajarê Hesekê li dar xist.
Di civînê de piştî xuleyeke rêzgirtin Sînefizyonek derbarê êrîşa DAIŞÊ a li dijî Şengalê hate pêşandan.
Her di civînê de Rêvebera Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê Sûad Hiso û Yek ji Fermandarên YPJ’ê Kurdistan Koçer axivîn.
Di axaftinan de behsa berxwedana jinan a di şerê li dijî DAIŞ’ê de kirin û tekez kirin jinan bi îradeya xwe dîrokekê ji serkeftinan nivîsandin.
Di dawiyê de Yekîtiya jinên Êzidî mertaleke Xelatkitinê pêşkêşî Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê kir.
