WELATIYÊN QAMIŞLO BIRYARA QEDEXEYA DERKETINA DERVE PÊK ANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Biryara Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê ya qedexeya derketina derve, ji aliyê welatiyên Qamişlo ve hate pêkanîn û hemû dikan û dezgeh hatin girtin.

Ji saet 06:00’ê sibehê ve, biryara Desteya Hundirîn li Qamişlo ket meriyetê û bêdengî li rê û kolanan serwer bû.

Li kolanan tenê hêzên Asayîşê belav bûn û şênî ji malên xwe derneketine.

Di biryarê de hate zanîn ku qedexeya derketina derve, dê 24 saetan bi temamî were pêkanîn.

Share This Article