Bi deh hezaran ji welatiyên Hesekê,Tirbespiyê û Til Hemîsê, ji bo şermzarkirina sûc û êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê, berê xwe dan qadan û meşên girseyî li dar xistin.
Welatiyan bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku li hember sûcên ku têne kirin erkên xwe bi cih bînin. Her wiha bang li hêzên kurdî kir ku yekrêziya xwe xurt bikin.
