WELATIYÊN HESEKÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ REŞNIVÎSA DESTÛRÎ DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina reşnivîsa destûrî ya sûriyê ku ji aliyê desthilata Şamê ve hat îmzekirin, xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandan bi beşdariya bi sedan xelkên Hesekê ,saziyên Rêvebriya xweser û partiyên siyasî li pêşiya baregeha hevpeymaniya navnetewî hate lidarxistin.
Xwepêşandêran pankertên “em daxwaza destûreke demokratîk dikin” gel daxwaza guhertina destûrê dike, hildan.
Di xwepêşandanê de li ser navê pêkhateyên kurd, ereb, suryan û ermen axaftin hatin kirin.
Axêveran gotin, destûra ku desthilata şamê ya nû îmze kiriye nûnertiya tevahiya pêhateyên sûriyê nake, her wiha ji bo avakirina sûriyeke demokratîk û adil divê reşnivîsa destûrî were guhertin.
Paşê şandeyek ji xwepêşandêran derbasî baregeha hevpeymaniya navnetewî bûn û nameyek radestî wan kirin.

Share This Article