Ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve, êdî bûye weke dab û nerîtekê welatî destpêkê berê xwe didin cihê herî pîroz, anku berê xwe didin goristanên nemiran û cejna gîyanên wan ên pak û zindî pîroz dikin.
Li goristanên şehîdan kêliyên xemgînî, serfirzaî û serbilindiyê tevlihev dibin û dîmenê dilsoziya bi şehîdan re serwer dibe.
Welatiyên bajarê Qamişlo û nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kirin û cejn pîroz kirin.
Welatiyan gotin, cejna me ligel zarokên me yên şehîd e û hêvî kirin ku cejn bibe navgîna serwerkirina aramîyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
