TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN BI BONEYA 8’Ê ADARÊ PÊŞANGEHEKE WÊNEYAN VEKIR

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, pêşangeheke wêneyan vekir.

Pêşangeh bi beşdariya şêwekar, hunermend, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiyên siyasî û hêzên leşkerî li qada Jina Azad a kantona Reqayê hate vekirin.

Di merasîma vekirinê de axaftin hatin kirin û hate gotin, hunera ku bi destê jinên azad were ristin, dê xeml bide rengê jiyanê.

Her wiha behsa giringiya 8’ê adarê û mezinkirina asta têkoşîna ji bo bidestxistina mafên jinan jî hate kirin.

Piştre beşdaran li tabloyên şêwekarên jinan nihêrîn. Di pêşaneghê de 18 tabloyên şêwekarên Reqa û Tebqayê hatin pêşandan.

Di tabloyan de çîrokên xweragirî û serhildanê yên jinan hatibûn bicihkirin.

Share This Article