Di bin dirûşmeya “Rêxistinên civaka demokratîk garantiya azadî, edalet û wekheviyê ye” Tevgera Civaka Demokratîk TEV- DEM’ê kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist.
Kongre bi beşdarbûna Nûnerên Rêveberiya Xweser, PYD, Kongra Star, Hêzên Leşkerî Malbatên Şehîdan li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Di kongreyê de axaftin li ser navê Hevserokatiya TEV-DEM hat kirin û hate gotin, ew bi saya şehîdan tevî her şert û mercan têkoşîna xwe didomînin.
Piştre perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Her wiha axaftin li ser navê PYD, Rêveberiya Xweser, MSD, Meclisa Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer, Kongra Star û Konfedraliya Demokratîk hatin kirin.
Paşê sinefizyonek li ser kar û xebatên TEV-DEM hate pêşandan û nîqaş hatin kirin.
Biryar e konferans bi hilbijartina hevserokên nû bi dawî bibe.
TEVGERA CIVAKA DEMOKRATÎK TEV- DEM’Ê KONGREYA XWE YA 5’EMÎN LI DAR XIST
