şandeke Rêveberiya Xweser a Şengalê serdana tevgera civaka demokratîk TEV DEM ê kir, Di serdanê de şandeyê ji ber piştgirîdayîna civaka êzidî spasiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
Şandeya ku ji berdevkê Desteya Eşîrên Şengalê Şêx Seîd Milhim û endamê Meclisa Eşîran a Şengalê Dexîl Murad pêk hat, serdana Navenda Giştî ya TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo kir.
Şande ji aliyê hevserokên TEV-DEM Rûken Ehmed û Xerîb Hiso û endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM’ê Ayid Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin.
Di serdanê de rewşa Şengalê û Komkujiya Şengalê ya 2014`an a bi destê çeteyên DAIŞ`ê hatin nirxandin.
Şandeyê ji ber piştgirîdayîn û sekna li kêleka civaka êzidî spasiya pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.
TEV-DEM’Ê ŞANDEYEKE ŞENGALÊ PÊŞWAZÎ KIR
