TEV-DEM DEWREYA PERWERDEYÊ YA BI NAVÊ ŞEHÎD ARJÎN KOBANÊ BI DAWÎ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Civaka Demokratîk dewreya perwerdeyê ya bi navê şehîd Arjîn Kobanê ku li Akademiya TEV-DEM a li dar xistibû, bi dawî.

Endamên perwerdeyê tekez kirin ku, wan di warê siyasî û îdyolojî de gelek sûd wergirtin.

Bi armanca pêşxistina zanistî di warê Netewa-Demokratîk de, Tevgera Civaka Demokratîk li Akademiya TEV-DEM’ê dewreyeke perwerdeyê ya bi navê şehîd Arjîn Kobanê ya ku li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.

Di dewreya perwerdeyê de 24 endam, di nav de nûner û rêvberên Yekîtiya Kedkaran, Yekîtiya Cotkar û Ajalan û Yekîtiya Ajokaran beşdar bûn.

Derbarê mijarê de Hevserokê Yekîtiya Kedkaran Şêro Şero diyar kir ku perwerdeya wan li ser esasê Netewa Demokratîk û Yekbûna gelan bû.

Ji aliyê xwe ve koordînasyona yekîtiya ajokaran raniya ehmed desnîşan kir ku di warê siyasî û îdyolojiyetê de gelekî sûd wergirtin.

Dewreya perwerdeyê ya Tevgera Civaka Demokratîk a ku xwendin û nîqaşkirina Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk û rêziknameyên navxweyî yên Yekîtiyan di nav xwe de digirt, 15 rojan dom kir.

Share This Article