ŞOPDARÊ HEQÎQETÊ ŞEHÎD EGÎD ROJ DI ÇILROJIYA XWE DE HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Rojnamevanê rêya heqîqetê Şehîd Egîd Roj îro di çilrojiya şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Rojnamevan Egîd Roj ku li Bendava Tişrînê dema ku berxwedan, serkeftin û israra gel dişopand, di êrişeke xedar a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Şehîd Egîd Roj di çilrojiya şehadeta xwe de li goristana Şehîd Dijwar a li Hesekê hat bibîranîn.

Malbata şehîd, bi dehan rojnamevan û endamên saziyên sivîl beşdarî merasîmê bîranînê bûn.

Beşdaran bi hilgirtina wêneyên şehîd Egîd Roj û bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namirin” serdana gora şehîd kir.

Li wir piştî deqeya rêzgirtin, li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê, heval û malbata Şehîd axaftrin hatin kirin.

Di axaftinan de soza şopandina xeta şehîd Egîd Roj hat dayîn û hat gotin ku, dê pênûs û kamîreya Şehîd Egîd ku her dem heqîqet radigihand berdewam bike.

Share This Article