SÊYEMÎN FESTÎVALA BIHARÊ YA XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Sêyemîn festîvala Biharê ya xwendekarên zanîngeha Rojava, îro li avahiya zanîngehê ya Qamişlo dest pê kir.
Xwendekarên ku beşdarî festîvalê bûne, diyar dikin çalakiyên weha ji bo wan dibin sedema bilindkirina moralê.

Sêyemîn festîvala Biharê ya xwendekarên zanîngeha Rojava ku dê ji bo dema du rojan bidome, îro li avahiya zanîngehê ya Qamişlo dest pê kir.

Di festîvalê de xwarinên gelêrî yên çanda deverê tên amadekirin, her wiha pêşbirkên pirsan tên lidarxistin û xwendekar derdikevin ser dikeyê helbest û stranên xwe pêşkêş dikin.

Endamê komîteya amadekar a festîvalê Ehmed Îbrahîm ji Rojava TV re behsa hûrguliyên festîvalê dike.

Xwendekarên ku beşdarî festîvalê bûne, diyar dikin çalakiyên weha ji bo wan dibin sedema bilindkirina moralê.

Festîvala Biharê ya xwendekarên zanîngeha Rojava dê bi pêşkêşkirina xelatan sibe bi dawî bibe.

 

Share This Article