Bi girseyeke mezin, şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê cenazeyê şehîd Tekîn ji naxweşxaneya Xalid El-Fecir wergirtin û li goristana şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd oxir kirin.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Heleb sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û soza bilindkirina asta berxwedanê hat nûkirin.
Her weha rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan axaftina xwe kir û got: “Şehîd ronahiya rêya me ne û bi saya van şehîdan em ê ber xwe bidin”.
Ji aliyê xwe ve, malbeta Ş.Tekîn spasiya gel kir û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in.
Cenazeyê şehîd Tekîn li ber dengê tilîliyên dayikan û berzkirina diruşmeyên şehîd namirin, hate oxirkirin
ŞÊNIYÊN TAXA ŞÊXMEQSÛD A HELEBÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD TEKÎN OXIR KIRIN
