Bi hezaran Şêniyên kantona Reqayê ji bo tekeziya li ser piştgiriya QSD’ê, meşeke girseyî li dar xistin.
Meş bi beşdariya Şêniyên kantona Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser, sazî û meclisên girêdayî wê, tevgerên jin û ciwanan, hêzên leşkerî û ewlehiyê, li dar ket.
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û di nav siloganên gel de, ber bi Çerxerêya El-Neîm ve bi rê ket.
Li Çerxerêya El-Neîm meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de axaftin li ser navê eşîra Benî Zubêdî û jinên Reqayê hatin kirin.
Axêveran komkujiya ku ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve li Dêr Hafir pêk hatiye, şermezar kirin û tekezî li ser piştgiriya xwe ya ji QSD’ê re nîşan dan.
Meşa girseyî bi berzkirina dirûşmên ji bo piştgiriya QSD’ê bi dawî bû.
