Bi hezaran şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê û Dêrikê yên kantona Cizîrê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi şahiyên cûda pîroz kir.
Beşdarên şahiyan diyar kirin ku Rêber Apo ji bo krîza heyî dîsa çareseriyek dît û li ser bingeha entegrasyona demokratîk pêşkêş kir. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka jinan jî heman rêbaz pêş xist.
Kongra Star û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya roja rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4’ê Nîsanê) û salvegera damezrandina YPJ’ê li Stada Şehîdên 12’ê Adarê ya li bajarê Qamişlo yê Cizîrê şahiyek li dar xist.
Şahî bi dirûşma “4’ê Nîsanê Roja Afirandina Azadiya Jin û Civaka Demokratîk E” pêk hat.
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê beşdarî şahiyê bûn.
Şahî bi kêliyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û torenek leşkerî ya YPJ’ê dest pê kir.
Di torenê de fermandara YPJ’ê Newroz Ehmed axivî û got: Rêber Apo ji bo krîza heyî dîsa çareseriyek dît û li ser bingeha entegrasyona demokratîk pêşkêş kir. Her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka jinan jî heman rêbaz pêş xist. Ev çareseriya niha pêşketiye di serî de bi keda Rêber Apo ye.
Li hêleke din endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hemo li ser girîngiya 4’ê Nîsanê wiha axivî, Felsefeya jiyana azad li her derê belav bû, azadî pêş xist. Îro projeya Rêber Apo ku li çar parçeyên Kurdistanê ya mafê Kurdan bi vî rihî pêş ket.
Piştî axaftinan Koma Stêra Zêrîn a Tevgera Hîlala Zêrîn, hunermed Sumeya Mihemed, hunermed Kadar Husên û hunermed Mufîda Efrîn bi stranên xwe beşdarî şahiyên bûn.
Li hola Beylesan a bajarê Amûdê, şêniyan bi coşek mezin 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera Damezirandina YPJ’ê pîroz kirin.
Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, Kongra Star û partiyên siyasî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endamên Kongra Star ve hate kirin, rojbûna rêber Apo û damezirandina YPJ’ê pîroz kir û bang li dewleta Tirk kir ku rêber Apo fîzîkî ji girava Imraliyê azad bikin.
Piştî axaftinan, komên hunerê stranên xwe pêşkêş kirin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Bi sedan şêniyên Dêrika Hemko jî, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê şahiyek li darxist.
Şahî li stadyoma Kornîş bi amadebûna Şêniyan, ciwanên jin, endamên Rêveberiya Xweser û şervanên YPJ’ê hat dest pê kirin.
Di şahiyê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Kongra Star û Rêveberiya Xweser ve hate kirin.
Axêveran rojbûna rêber Apo û salvegera damezirandina YPJ’ê pîroz kirin û diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo ew ê her dem di nava têkoşînê de bin.
Şahî bi pêşkêşkirina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.
