Bi boneya salvegera 16`an a koçkirina Hunermend Aram Tîgran, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Yekîtiya Hunermendan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamilo çalakiyek li dar xistin.
çalakî bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre derbarê jiyan û hunera hunermend Aram Tîgran de axaftin li ser navê komîteya amadekar û Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Ermenî hatin kirin.
Di çalakiyê de koma Botan û koma Ermenî, hunermend Sefqan Orkêş, Sonya Omrî, Eymen Xişno û Rodî Ibrahîm stranên hunermend Aram Tîgran gotin.
Hunermend Aram Tîgran hunermendekî Ermenî bû, piraniya stranên xwe bi Kurdî distrand.
aram tîgran sala 1934’an li bajarê qamişlo jidayik bû û sala 2009’an li yewnanê koça xwe ya dawî kir.
