Bi sedan xelkên Qamişlo û Maclisa Malbatên Şehîdan cenazeyê 2 şehîdan Oxirkirin û 21 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi merasîmek xiyabî bi bîr anîn.
Şervanên QSD’ê Agirî Efrîn bi nasnav Ehmed Omer û endamê Asayîşê Mesûd Omer di 18’ê Çileya îsal li ser rêya Ebyetê şehîd bûne, hatin oxirkirin.
Her wiha 21 şehîdên ku di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de heya nefesa xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn, bi merasîmek xiyabî hatin bi bîr anîn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundîn ve hate kirin.
Axêveran behsa berxwedaniya gelê Kurd û şervanan li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin û soza şopandin xeta wan heta dawiyê dan.
Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Ehmed Omer û Mesûd Omer di nava tilîliyên dayikan oxirkirin.
