ŞÊNIYÊN QAMIŞLO CENAZEYÊ ŞEHÎD DIJWAR BI MERASÎMEKÊ SPARTIN AXÊ

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şêniyên bajarê Qamişlo îro bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Dijwar Qidûrbek li goristana şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.

Bi sedan şêniyên bajêr, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û hogirên şehîd tevlî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û hêzên Leşkerî ya Qamişlo ve hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker çiqas êrîşên xwe li dijî herêmê zêde bike jî, ew tu carî dest ji xeta şehîdan bernadin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û diruşmeyên ” Şehîd Namirin ” de hat veşartin.

Share This Article