Bi sedan xelkên Minbicê, endamên rêveberiya xweser, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran tevlî meşê bûn.
Meş ji çarxareya El – Mîzan dest pê kir û li cadeya El-Wadî ya navenda bajêr veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de û piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê encumena Rêveber a Minbicê, encumena Leşkerî ya Minbicê û encumena Partiya Sûriya Pêşerojê ve hate kirin.
Kesên axivîn destnîşan bi berxwdana gel ya li hember êrîşan kirin û banga xwedîderketina li nirx û destkeftiyên şoreşê kirin.
Meş bi diruşmeyên ” Na ji dagirkeriyê re ” û ” Na ji bêdengiya navnetewî re ” bi dawî bû.
