ŞÊNIYÊN KOBANÊ: BANGA RÊBER APO JI BO GELÊ KURD Û CÎHANÊ BENGEK DÎROKÎ YE

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê bajarê Kobanê derbarê banga “aştî û civaka demokratîk” ya rêber Abdullah Ocalan ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku ew ê ji bo pêkanîna vê bangê her dem di nava tekoşînê de bin.

Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan ku 9’ê Tîrmehê piştî 27 salan bi dîmen belav bû, bandorek mezin li Kurdistan, Tirkiyê û Rojhilata Navîn kir.

Ev bang li bakur û rojhlatê Sûriyê de jî deng veda û xelk pê kêfxweş bûn.

Şêniyên bajarê Kobanê ji Rojava Tv re diyar kirin ku banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê kurd û cîhanê bengek dîrokî ye.

Her wiha şêniyan anîn ziman ku heta Rêber APO fîzîkî azad nebe û di nava xwe de nebînin ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Ji her çar parçeyên kurdistanê û li ser asta Rojhilata Navîn, piştgirî ji bo banga dîrokî ya Rêber APO hat dayîn û weke deriyeke nû ji bo aştiyê hat binavkirin.

Share This Article