ŞÊNIYÊN KANTONA FIRATÊ PIŞTGIRIYA XWE JI QSD’Ê RE NÎŞAN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “QSD îradeya me ye”, şêniyên kantona Firatê daketin qadan û bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan dan.

Di meşê de bi hezaran xelkên Kobanê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, tevgerên civakî, partiyên siyasî amede bûn.

Meşa pişgtiriyê ji qada Jina Azad dest pê kir û ber bi qada Aştiyê ve bi rê ket. Di nav meşê de siloganên “Bijî Berxwedana QSD’ê, QSD’ê rûmet û hebûna me ye” hatin berzkirin.

Li qada Aştiyê meş veguherî mîtîngê, di mîtîngê de axaftin ji aliyê hevserokê Meclîsa Cîbcîkar a kantona Firatê “Ferhan Hec Îsa va hat kirin.

Ferhan Hec Îsa diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk axa Sûriyê ji terorê parast. QSD’ê ji hemû pêkhateyên herêmê pêk tê, ji ber wê ew hêvîya hemû gelan e.

Share This Article