ŞÊNIYÊN KANTONA FIRATÊ LI DIJÎ KOMPLOYÊ HERIKÎ QADAN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD’ê hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” ahtin berz kirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Bekir El Ceradê ve hate kirin.

El Ceradê tekez kir ku Daxwaza gelên azadîxwaz ew e ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

Share This Article