LI KOBANÊ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD BÊRÎTAN CIVÎNEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya salvegera şehadeta fermandar û şoreşgera pêşeng Şehîd bêrîtan kongra star ya bajarê şêranê civînek li darxsit.
Civîn bi amadebûna endamên saziyên sivîl,komîn,meclis û malbatên şehîdan li dar ket.
civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo gangoriyên azadiyê destpêkir piştr sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan hat pêşandan.
Di civînê de hat diyarkirin ku, şehîd Bêrîtan heta kêliya dawiyê li ber xwe da û ew berxwedanî bû sembola têkoşîna azadiyê.
civîn bi berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin, bi dawî bû.
li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji bo bîranîna fermandar û şoreşgera kurd bêrîtan çalakî tên li darxistin.

Share This Article