ŞÊNIYÊN EFRÎN Û ŞEHBA CENAZEYÊN 2 ENDAMÊN ASAYÎŞÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê bi merasîmeke girseyî cenazeyên endamên hêzên têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir Cemîl Naasan û Îsmaîl Hesen li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehras a Şehbayê oxir kirin.

Di bin diruşmeya ‘Tolhildan’ de doh şêniyên Efrînê û kantona Şehbayê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo wergirtina cenazeyên endamên Hêzên li Dijî Madeyên Hişbir ku 8’ê Cotmehê di encama bombebarana dewleta Tirk li Dêrikê şehîd bûn, li pêşiya nexweşxaneya Avrîn ya navçeya Fafînê kom bûn.

Merasîm bi gelek axaftinan destpê kir, di serî de Rêvebera Encumena Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan û tevahiya gelê Bakur û Rojhilat Sûriyê re xwest.

Şaziya Îbrahîm fedakariya şehîdan û rola wan a mezin di parastina ewlehî û aramiya herêmê û parastina destkeftên şoreşê de bilind nirxand.

Endamê Encumena Herêma Efrîn û Şehbayê Dilsoz Efrînî got ku di demekê de ku sûcên herî hovane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin herêm bi birçîbûn û tîbûnê re rû bi rû ye.

Binesaziyê dike hedef, avê qut dike, zeviyên çandiniyê dişewitîne, zarok û kal û pîran bi awayekî hovane û bênavber dikuje”.

Merasîm bi xwendina belgenameyên her du şehîdan û radestkirina wan ji bo malbatên wan û bi qîrîna dirûşmeyên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

Share This Article