Şehîd Zîlan bi boneya 27’emîn salvegera şehadeta xwe, li bajarê Minbicê bi çalakiyekê hate bibîranîn.
Bi sedan şêniyên ji pêkhateyên cuda yên Minbic û nûnerên ji
saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî çalakiya bîranînê bûn.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û hate diyar kirin ku berxwedana li ser xeta şehîd Zîlanê bi xurtî didome.
Piştî axaftinan, Komên Stran û govendê berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Şêniyên Minbicê ji Rojava Tv re axivîn û gotin ku çalakiya şehîd Zîlan nîşaneya azadiya jinê bû.
