Xelkê bajarê Qamişlo bi merasîmekê layiq, şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî di salvegera şehadeta wan a 4’an de bi bîr anîn û diyar kirin ku wî wateya têkoşîn û dilsoziyê bi cih anî.
Di merasîmê de li ser navê malbata Gulo Rêzan Gulo, li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokartîk Hesen Reşo, li ser navê PYDˊê Xerîb Hiso, li ser navê QSD’ê Nûrî Mehmûd, axivîn.
Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku şehîd Yûsif Gulo nimûneya têkoşerê zana bû ku jiyana xwe ji bo xizmeta civak û doza xwe feda kir.
Di merasîmê de nivîsandina pirtûkekê ku jiyana şehîd Yûsif Gulo û hevrêyê wî Osman Sebrî belge dike hat ragihandin, Nivîskar û rewşenbîr Ebdû Mexso ew pirtûk nivîsandiye.
Di dawiyê de kesên amade berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan û kulîlk danîn ser gorên şehîd Yûsif Gulo û neviyên wî.
