Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê merasîma cenaze yê şervanê QSD’ê Ehmed Xido bi nasnav “Dilbirîn” li Pakrewangeha Şehîd Îsamîl Hogir li dar xist.
Merasîma oxirkirinê bi tevlêbûna şêniyên Amûdê, endamên saziyên sivîl û meclisên xwecih bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Ezîze Hec Çolî axivî û bal kişand ser keda şehîdan di parastina herêmê de.
Piştî axaftinê, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.
