ŞEHÎD BARAN GULO DI SALVEGERA ŞEHADETA XWE DE HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Şehîd Baran Gulo di salvegera 12’emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.

Malbata şehîd Baran, heval û hevrêyên wî li goristana şehîd Delîl Saroxan kom bûn û merasîmeke bibîranînê li dar xistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo axivî û got, bi saya fedekariyên şehîdên me gelek destkeftî bi dest xistine.

Her wiha bavê Şehîd Baran jî helbestek li ser kurê xwe yê şehîd xwend.

Di dawiyê de nivîskar Hêrîvan Elî pirtûka xwe ya bi navê Rûpelek ji dîrokê ya ku li ser jiyana Şehîd Baran nivîsiye îmze kir û diyarî beşdarên merasîmê kir.

Share This Article